AMED - Çavî û Geliyê Mûnzûrê bi xwezaya xwe ya bêhempa her sal di germa havînê de navnîşaneke serdana ye.

Kovara Time, baştirîn 100 xalên geşt û gerê aşkere kir,  Amed jî di nav wê lîsteyê de ye Kovara Time, baştirîn 100 xalên geşt û gerê aşkere kir, Amed jî di nav wê lîsteyê de ye

Bi hatina demsala havînê re li Amed û herêmê germahî derketiye asta herî jor. Xelkê deverê jî ji bo bêhna xwe vedin û wexteke xweş derbas bikin berê xwe didin bajarê Dêrsîmê.

Av a ku ji Çaviyên Mûnzûrê derdikeve, di geliyê Mûnzûrê de diherike û bi xwe re xweza û jîngeheke xweş û geş peyda dike. Ew xwezaya taybet a Dêrsîmê ji ber wek Parka Milî û Heremi di bin Parastinê de ye; ji aliyê nişteciyan ve jî baş hatiye parastin û di heman demê de wek dergahekî ye. 

Di demsala havînê de, nifûsa Dêrsîmê 3-4 qat zêde dibe û çavî û geliyê Mûnzûrê di serî de Dêrsîm dibe navnîşana geşt û serdanan.

Kaynak: Amed Times