AMED - Di 26ê Gulanê da ji telefona welatiyekê/î re ku serdana Colemêrgê dikir peyamekê tê şandin û di wê peyamê da, Waliyê Colemêrgê wekî Serokê Şaredariyê bê tê pênasekirin. Ev yek jî di hişê mirovan da pirsa “Gelo biryara tayînkirina qeyûmê beriya niha hatiye girtin.” peyda kir.

Bi biryara Wezareta Karê Navxweyî duh (3ê Heziranê) Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sıdık Akış ji kar hate girtin û li şûna wî Parezgerê Colemêrgê Alî Çêlîk wekî qeyûm hate tayînkirin.

Piştî biryara ku di raya giştî de bû sedema nerazîbûnan, peyama ku di 26ê Gulanê de ji welatiyekî/ê re hat şandin di hişê mirovan da pirsa : "Gelo biryara tayînkirina qeyûman beriya niha hatibû girtin?" peyda kir.

Di 26ê Gulanê de ji telefona welatiyekê/î re ku serdana Colemêrgê dikir peyamek tê şandin. Di wê peyamê da Parezgerê Colemêrgê wekî ku Serokê Şaredariya Colemêrgê yê tê pênase kirin, ev yek j3i bû sedema nîqaşan.

Di peyama ku 26ê Gulanê de hatiye şandın van hevokan cih digrin:

“Hûn bi xêr hatin bajarê çîyayan, navenda mêvanperweriyê û evînê, bajarê me yê Colemêrgê.

Walî Alî Çelîk/ Cîgirê Şaredariyê”

Dema ku ev peyam hatiye şandin, Mehmet Sıdık Akış bi awayeke resmî Hevşaredarê Colemêrgê bû û li ser karê xwe bû.

Hê jî nayê zanîn ku ev peyam bi xelatî hatiye şandin ango tayînkirina qeyûmê berê hatiye plankirin. Ev yek wekî pirs di hişê mirovan da cihê xwe diparêze.

Li Amedê zarokê 17 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî Li Amedê zarokê 17 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî

Mehmet Sıddık Akiş di Hilbijartinên Herêmê yê 31ê Adara 2024an de ji sedî  48.39ê dengan wergirtibû û bûbû Hevşaredarê Colemêrgê .

Kaynak: Amed Times