AMED TIMES- Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê hevditîna xwe ya bi Serokê CHPyê de got, “Ez dixwazim li Tirkiyeyê em pêvajoya nermbûna siyasetê bidin destpêkirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja Înê derbarê mijarên di rojevê de bersiva rojnamegeran da.

Erdogan roja pêncşemê li Enqereyê civîneke derdora 2 demjimêran piştî 8 salan ligel Serokê partiya sereke ya mixalefetê CHPyê Ozgur Ozel pêk anîbû.

Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê wê civînê û serdana Ozel de got:

“Bi avêtina vê gavê em dibînin ku li welatê me siyaset zêdetir ketiye serdema nermbûnê.

Em dê li Tirkiyeyê pêvajoya nermbûna siyasetê bidin destpêkirin.”

Erdogan serdana Ozgur Ozel wekî pêşhateke erênî ya di navbera desthilat û mixalefetê de bi nav kir û anî ziman:

“Pêwîstiya Tirkiyeyê bi vê yekê heye. Pêwîstiya siyaseta Tirkiyeyê bi vê yekê heye.

Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyariya barana gur da Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyariya barana gur da

Di derfeta yekem de ez jî dê biçim serdanê û ez dixwazim li Tirkiyeyê em di siyasetê de pêvajoya nermbûnê bidin destpêkirin.

Em dê vê gavê jî biavêjin.”

Kaynak: RÛDAW