AMED - Dema derengxistina balafira bi navê AJetê bû sedema nerazbûnên welatiyan.

Li Qersê piştî baranê kuvarkên qerase şên bûne Li Qersê piştî baranê kuvarkên qerase şên bûne

Endamê Meclîsa Serokatiya Giştî ya Partiya Saadetê Fesîh Bozan jî nerazîbûnên xwe anî ziman.

Bozan dibêje, “Seferên AJetê yên ji Amedê ber bi Enqereyê ve berdewam tên derengxistin, seferên Amedê ji bo welatiyan vediguhere îşkenceyê.”

Li gorî daxuyaniyên Bozanî,  piştî ku AJetê firot Anadolu Jetê hemû seferên wan bi derengî  ketiye. Yên ji Amedê ber bi Enqereyê ve diçin her tim bi derengiyê re rû bi rû dimînin. Wî eşkere kir ku geşta ku diviyabû demjimêr 09:35ê roja Sêşemê 11ê Hezîrana 2024ê bihata kirin, seatek û 25 xulekan dereng ket û tenê demjimêr 11:25ê derî hatin girtin.

Bozan ji Wezareta Gihandin û Binesaziyê daxwaz kir ku xwedî li mafê welatiyan derbikeve û nehelê kompanyayên taybet bi vî awayî xelkê megdur bike.

Kaynak: Amed Times