AMED TIMES- Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) sibe encamên teqez ên hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê radigihîne.

31ê Adara 2024an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Li gorî encamên nefermî, di wan hilbijartinan de CHPyê şaredariyên 35 parêzgehan, AK Partiyê 24, DEM Partiyê 10, MHPyê 8, Partiya Yenîden Refahê 2, Partiya Yekitiya Mezin (BBP) 1 û ÎYÎ Partiyê jî şaredariya parêzgehekê bi dest xist.

Li Colemêrgê hirçê êrişî şivanekî kir Li Colemêrgê hirçê êrişî şivanekî kir

Heta niha encamên fermî yên wan hilbijartinana nehatine ragihandin.

Li gorî zanyariyan, Desteya Bilind a Hilbijartinan Tirkiyeyê (YSK) 6ê Gulana 2024an encamên tekez û fermî raghîne.

YSKyê biryar dabû ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di çarçoveya îtiraza aliyên siyasî de li 7 cihan hilbijartin di 2ê Hezîrana 2024an de bên dubarekirin. 

Navçeya Curnê Reş a Rihayê, bajarokê Guzelyurtê yê girêdayî navçeya Yildizeliyê ya Sêwazê û bajarokê Akpazariyê yê navçeya Mazgirtê ya Dêrsimê ew 3 cih in ku li Bakurê Kurdistanê hilbijartinên wan tên dubarekirin.

Kaynak: RÛDAW