AMED - Şermîn Cemîloglu ya ku li Amedê dima di 98 saliya xwe de koça dawî kir. 

Şermîn Cemîlogluya ku bi Vecdî Cemîloglu re zewicî bû di heman demê de dayika karsaza Amedî Ferda Cemîloglû bû ku di sala 2022an de jiyana xwe ji dest dabû.

Cemîlogu beriya ku jiyana xwe ji dest bide wesiyet kiribû ku gora wê li tenişta gora keça wê Ferda Cemîlogluyê bê çêkirin.

Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin

Cenazeyê wê  li Goristana Deriyê Mêrdînê li tênişta keça wê hat veşartin.

Şermîn Cemîloglu kî ye?

Şermîn Cemîloglu sala 1926an li Amedê ji dayîk bûye. Ew hevjîna Vecdî Cemîlpaşa ye ku tevli avakirina Komara Mahabadê bûbû. Şermîn Xanim helbestvan bû û wê heta niha 2 pirtûkên helbestan bi Kurdî nivîsandine.

Ew di nava Kurdan de xêzkara yekem a modelên cil û bergan e.

Ew dêya Ferda, Reşîd, Ferîd, Cemşîd û Zîzan Cemîloglu ye.

Amedtımes1-7

Kaynak: Rûdaw