AMED– Wezîrê Tenduristiyê têkidlarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê daxuyanî da û ragihand ku 5 kes canê xwe ji dest dane, 10 jê giran 44 kes jî birîndar bûne. 

Duh bi şev ji ber çirûskên ji têlên ceyranê rijiyan li gundên navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewatek mezin derket.

Gelo ji bo Şaredariya Amedê haziriya qeyûmê tê kirin? Gelo ji bo Şaredariya Amedê haziriya qeyûmê tê kirin?

Şewatê ji gundê Tobiniyê yê Çinarê dest pê kir û li gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê yên bi ser Şemrexê ve belav bûn û heta ber Bendava Goksuyê berdewam kir. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî şewatê daxuyanî da. 

Koca diyar kir ku 5 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û got: “10 kes jê giran 44 kes birîndar bûne. 

Kaynak: Amed Times