AMED - Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Gulanê eşker kiriye.

Li gor wê raporê di meha Gulanê de 40 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 20 jin jî bi gumana mirî hatin dîtin.

Li Amedê 2 hezar donim zevî şewitî Li Amedê 2 hezar donim zevî şewitî

Di raporê de hate gotin ku, mêran di meha Gulanê de tundkarî herî hindik li 56 jinan kirine. Mêran, herî hindik 29 zarokên keç û kur îstismar kirine û 5 zarok jî kuştine.

Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 40 jin û 5 zarok kuştin. Saziyên çapemeniyê di meha Gulanê de ji bo mirinên 30 jinan gotine “mirinên bigûman”.

Mêran di çar mehên destpêkê yên salê de 159 jin kuştin. Li Enqereyê Çapemeniyê ji bo kuştina jinekê gotiye, “kuştina ku faîlê wê ne diyar e”.

Li Bûrsayê jinekê mafê xwe yê rewa bikaranî: Jina bi navê L.K.S.(18) destgirtiyê berê yê xwişka xwe M.K.yê, Mehmet Salîh B.(20) li kolanê kêr kir û kuşt.

Mêran tundkarî bi kêmanî li 56 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 29 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 4 jin tacîz kirine.

Mêran di meha Gulanê de 34 jin neçarî karkeriya sekse kirin. 

Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li 20 jinan xwarin.

Kaynak: Bianet