AMED - Tê payîn sibe di doza kuştina Tahîr Elçî de biryar bê dayîn. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî got, "Dosya ne di asta biryardayînê de ye. Heta şik neyên çareserkirin biryar nayê girtin."

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku dê dadgeh di danişîna roja Çarşemê (12ê Hezîranê) de biryarê bide.

Eren bi bîr xist ku dozgeriyê ji bo polîsên bersûc beraet xwest û got, "Ji bo dosya bê ceza nemîne em hemû hevalên xwe yên hiqûqnas ji bo piştgirî û hevgirtinê vedixwînin danişînê."

Her wiha gelek serokên baroyên din jî bi dîmenên ku şandine Baroya Amedê banga tevlîbûna danişînê kirin.

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî dema di 28’ê mijdara 2015an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûr a Amedê daxuyanî dida hate qetilkirin.

Tê payîn ku di danişîna dozê ya têkildarî cînayetê hatiye vekirin de dê sibê biryar bê dayîn.

Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: Mirî û birîndar hene Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: Mirî û birîndar hene

Di danişîna ku dê li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin de polîs Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ji ber sûcê “biqisûra qestî bûye sedemê mirinê” tên darizandin. Her

wiha di dosyayê de tê xwestin ku bersûcê fîrarî Ûgûr Yakişir bi îdiaya “du polîs kuştine û xerakirina yekitiya dewletê” were cezakirin. 

Kaynak: Amed Times