AMED- Li navçeya Geverê ya Colemêrga havîn e jî lê xebatên paqijkirina berfê hîn jî didomin.
Tîmên Rêveberiya Şantiyeya Geverê li deverên çiyayî û li devera Golên Cemedê yên Satê ji bo vekirina rêya girtî 25 roj e dixebitin.
Tîm li herêma ku hinek ciha 8 metre berf heye, ji bo rê vekin bi 3 makîneyên kar di nav şertên dijwar de dixebitin.
Li gorî agahiyan ji rêya ku 11 kîlometre ye heta niha 7 kîlometre hatiye vekirin.
Kaynak: Amed Times