AMED TIMES- Dadgehê ji bo Leyla Zanayê bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ ceza xwest. 

Di dozeke ku derbarê wê de hatiye vekirin de ji bo siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” cezayê girtîgehê hat xwestin.

Îro rûniştina doza ku derbarê siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin li 27emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi rê ve çû.

Leyla Zanayê li dadgeha navçeya Farqînê ya Amedê ligel parêzerê xwe bi rêya sîstema deng û reng (Sesli Görüntülü Bilişim Sistemi (SEGBİS) ) beşdarî dozê bû.

Li Sêwazê qezaya trafîkê: 11 kes birîndar bûn Li Sêwazê qezaya trafîkê: 11 kes birîndar bûn

Di dozê de dozger ji ber 4 axaftinên wê yên xebatên hilbijartinan ên di navbera salên 2014 û 2015an de û 3 parvekirinên medyaya civakî daxwaz kir ku Leyla Zana bi hinceta “endamtiya rêxistinê bi cezayê girtîgehê were cezakirin û mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir ku heman daxwaz di rûniştina din a dozê de jî kiribû.

Parêzerê Leyla Zanayê, Îbrahîm Çelîker jî li hemberî mutalayê û ji bo parastinê daxwaza dem kir.

Dadgehê daxwaza Leyla Zanayê û parêzerê wê qebûl kir û rûniştina dozê ji bo 2yê Tîrmehê bi paş xist.

Kaynak: RÛDAW