AMED TIMES-  Partiya Wekhevî û Demokratiya Gelan (DEM PARTÎ) îro li Diyarbekir, Edene û Stenbolê ji bo şermezarkirina biryara dadgeha Enqerê ya derbarê doza Kobaniyê de, çalakiyên girseyî dike.

Di vê derbarê de Berdevka Dem Partiyê Ayşegul Dogan duhî di konferanseke rojnamevanî de got: “Ew biryarên li ser wê doza kobaniyê hatine dan siyasî ne û em itîrafê bi wan biryaran nakin”.

Amaje jî da, “Sibe em dê kombûneke giştî li Edene, Diyarbekir û Stenbolê rêk bixin û em dê bangî wan hemî kesan bikin ên ku xebatê ji bo azadî û wekheviyê dikin”.

Ayşegul Dogan ron jî kir, “Ev rewşeke tolvekirinê û dubare yarîkirinê bû, ew daxuyaniyên wekî aliyekî li ser doza Kobanê li destpêka wê dozê dane cihê xwe yê pêdivî di raya giştî de peyda nekiribû”.

Kovara Time, baştirîn 100 xalên geşt û gerê aşkere kir,  Amed jî di nav wê lîsteyê de ye Kovara Time, baştirîn 100 xalên geşt û gerê aşkere kir, Amed jî di nav wê lîsteyê de ye

Navbiriyê tekez jî kir, “Biryarên dadgehê çi hempayeke qanûnî nîne”. Herwesa pirsî, “Di rewşeke wesa de em dikarin behsa çi nermkirin û asayîkirin bikin?”.

Amaje jî da, “Heta dadgehên destûrdayî jî nekarî peywendiyekê di navbera wan kesan de çê bikin ku di nerazîbûnên Kobanê de canê xwe ji dest daye û di vê dozê de hatine dadgehkirin”.

Ev di demekê de ye ku Dadgeha Tirkiyeyê roja 16ê Gulanê, ji ber wan xwenîşandanên ku berî nêzî heşt salan li dijî dorpêçkirina bajarê Kobanê ji aliyê DAIŞê ve çê bûbûn, sizayê 42 salên zindankirinê li ser Serokê berê yê Partiya Demokrat a Gelan Selahettîn Demîrtaş sepand.

Herwiha di dawî rûniştina qanûnî ya doza Kobanê de, Dadgeha Enqereyê Serokê Şaredariya mzin a Mêrdînê Ehmed Turk jî bi 10 salên zindankirinê siza da û sizayê 32 û 9 mehan salên zindankirinê ji bo Hevseroka Berê ya Partiya Demokrat a Gelan Fîgen Yuksegdag jî derxist.

Kaynak: K24