AMED-Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê  bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê. 

Li şuna Hevşaredar Mehmet Siddik Alkiş, Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûm hatiye tayînkirin.

Li Çewlîgê êrişa bi kêrê : Hejmara miriyan derket 4'an Li Çewlîgê êrişa bi kêrê : Hejmara miriyan derket 4'an

Polisan duh bi şev bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtibûn û Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Alkiş li Wanê hatibû desteserkirin.

Partiya DEMê di Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adarê de ji sedî 48.91ê dengan wergirtibû û Şaredariya Colemêrgê standibû.

Kaynak: Amed Times