AMED TIMES- Tîma sor û spî ya Êlihê, Batman Petrolspor bi merasîmeke taybet kupaya şampiyoniyê bilind kir.

Di pîrozbahiyên derketina Lîga 2yem a Petrolsporê de bi deh hezaran alîgir amade bûn.

Merasîma bilindkirina kupayê ya Petrolsporê bi beşdariya parêzgarê Êlihê, parlamenterên AK Partî û HUDA PARê yên Êlihê û bi konsera hunermend Haluk Levent bi rê ve çû.

Tîma serkeftî Batman Petrolspor bi merasîmeke taybet kupaya şampiyoniyê bilind kir û derketina xwe ya lîga 2yem bi coşeke mezin pîroz kir.

Ji bo merasîma bilindkirina kupayê ya tîma sor û spî bi saetan berî merasîmê deh hezaran alîgir herikîn qadê û bi dirûşman bûn hevparê kêfa serkeftina tîma xwe.

Alîgirên Batman Petrolsporê hestên xwe wiha anîn ziman:

“Eger Kurd alîkariyê bide tîmên xwe, dê bibin şampiyon”

- “Ne tenê Batman Petrolspor, eger Sêrt, Wan, Amed, gelê Kurd her tim alîkariyê bide tîmên xwe, dê tîmên warê xwe bikin şampiyon.”

- “Em dê Batman Petrolsporê heta Lîga 1emîn derxin û em dê Amedsporê jî bişînin Lîga Super.”

“Petrolspor tîma gel e û dê wekî tîma gel bimîne”

- “Petrolspor tîma gel e, dê wekî tîma gel bimîne.

- "Serkeftin serkeftina Kurdan e, serkeftin serkeftina temamê başûrrojhilat e, serkeftin serkeftina hemû Kurdan e.”

Futbolîstên Batman Petrolsporê ku bi malbatên xwe re beşdar bûn heta dawiya bernameyê forma û flamayên alîgiran îmze kirin û şanaziya xwe anîn ziman.

Lîstikvanê Batman Petrolsporê Mustafa Seyhan got, “Em pir xebitîn me heq kir. Ev bajar û ev alîgir jî heq dikin.”

Lîstikvanê Batman Petrolsporê Nûredîn Çaglar wiha anî ziman:

Ji bo em van dîmenan bibînin ji serê sezonê ve em gelekî xebitîn û em bûn şampiyon.

Wekî berê em derketin lîgeke jor. Înşalah em dê derkevin lîgên jortir.”

Lîstikvanê Batman Petrolsporê Ergun Nazli diyar kir, “Bila şampiyoniya me ji hemû gelê Batmanê re feda be.”

Futbolîstê Batman Petrolsporê Muharrem Oner ragihand, “Heta niha tenê tîmên Stenbolê di lîgên jor de dilîstin.

Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyariya barana gur da Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyariya barana gur da

Lazim e bajarên wekî Batmanê jî di lîgên jor de bilîzin.”

Li gel Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp, parlamenterên AK Partî û HUDA PARê yên Êlihê Ferhat Nasiroglu û Serkan Ramanli, karsaz û pîşesazên bajêr jî Batman Petrolspor tenê nehişt.

“Îsal şahiyeke mezin heye”

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli got:  

"Ne tenê Batman Petrolspor, Amedspor jî bû şampîyon û tîmên gelek bajar û navçeyên me bûn şampîyon.

Îsal şahiyeke mezin heye."

“Em dixwazin Êlihê bikin pêşengê herêma xwe”

Parlamenterê AK Partiyê tê Êlihê Ferhat Nasiroglu wiha anî ziman, “Ciwanên me layiqî her tiştî ne.

Hem di perwerdeyê de, hem di baziganiyê de, hem di sportîfê de, hem di geştyariyê de em dixwazin Batmanê bikin pêşengê herêma xwe.”

Di dawiya merasimê de hunermendê navdar Haluk Levent bi konserekê alîgir coşandin û merasîma bilindkirina kupaya Batman Petrolsporê bi govend û dîlanan bi dawî hat.

Kaynak: RÛDAW