AMED- Xwendekarên ku li dibistanên seratayî û navîn dixwînin iro karneyên xwe girtin û dest bi betlaneya havînê ya 3 mehan kirin.
Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon xwendekarên ku li dibistanên seretayî û navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) dixwînin îro bi wergirtina kartên raporê dest bi betlaneya xwe ya havînê kirin.
Xwendekarên Amedê jî vê kelecanê para xwe girtin û xwendina dirêj ya selekê li pey xwe hiştin.
Sala xwendinê ya 2023-2024an di 11ê Îlona 2023an de dest pê kiribû bi dawî bû. Zêdetirî 20 mîlyon xwendekar û nêzîkî 1.2 mîlyon mamoste serdema perwerdehiyê bi dawî kirin.
Li Amedê xwendekar ji saetên sibê ve li baxçeyên dibistanan hatin cem hev û coşa wergirtina karneyan jiyan.
Dibistan sertayî û navîn dê di 16 Îlonê de dest bi serdemam nû ya perwerdehiyê bike.