Li Şanliurfayê cesedê keçika winda di qanala avê da hat dîtin

Li Halîliyeya navçeya Şanliurfayê cesedê keçika ku winda bûbû, di qanala avê da hat dîtin.

Li Şanliurfayê cesedê keçika winda di qanala avê da hat dîtin
Abone Ol

AMED - Li Halîliyeya navçeya Şanliurfayê cesedê keçika ku winda bûbû, di qanala avê da hat dîtin.

Senem Hana (15) ku ji mala xwe ya li Taxa Karşiyakayê derketibû, winda bûbû û ji bonê 5 rojan berê xebata lêgerînê dabûn destpêkirin.

Ekîbên AFAD û polêsan herî zêde di qanala avê ya ku ji nêzî taxê ra derbas dibe da li Hanê geriyan.

Xozneber di binê avê da geriyan û cesedê Hanê dîtin.

Cesed rakirin Saziya Tiba Edlî ya Şanliurfayê.