AMED TIMES- Walî Hewlêrê serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê kir. 

Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin

Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pîrozbahî li Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucakê û Dogan Hatun kir û heviya serkeftinê ji wan re xwest. 

Li Amedê 15emîn Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê ya Mezopotamyayê bi rê ve diçe.

Pêşangeh ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Amedê ve tê birêvebirin.

Ji Waliyê Hewlerê bo Hevşaredarên Amedê hêvîya serkeftinê

Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw tevî nûnerên odeyên bazirganî û pîşesaziyê yên Hewlêr û Dihokê şandeyek ji Herêma Kurdistanê jî wekî vexwendiyên pêşangehê û ji bo danûstandin û xurtkirina pêwendiyên her du aliyan beşdarî pêşangehê bûn. 

Umêd Xoşnaw bi şandeya Herêma Kurdistanê re îro çû serdena Hevşaredên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucakê û Dogan Hatun.

Hevşaredar ji bo serdana Walî Xoşnawê kêfxweşiya xwe anîn ziman 

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê jî ji ber serdana Umêd Xoşnaw û şandeya Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Kaynak: RÛDAW