AMED TIMES- TUÎKê ragihand ku rêjeya enflasyona salane bûye ji sedî 69,80 e. Lê li gorî ENAGê enflasyon ji sedî 124,35 e.

Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên nû yên enflasyonê yên sala nû aşkere kirin.

Li gorî TUÎKê enflasyona mehane ji sedî 3,18 zêde bûye û ya salane jî bûye ji sedî 69,80. Li gorî ENAGê jî enflasyona mehane ji sedî 5,02 zêde bûye û ya salane jî bûye ji sedî 124,35.

TUÎKê diyar kir uk enflasyon di meha Kanûna Paşiyê de ji sedî 6,70 ye û ya salane ji sedî 64,86 e.

Li gorî daneyên TUÎKê endeksa bihayê xercekar(TUFE) di meha Nîsanê de li gorî meha Kanûna Pêşiya sala par ji sedî 18,72, li gorî heman meha sala par ji sedî 69,80 û li gorî kêmzêdeya 12 mehan ji sedî 59,64 e.

Di salê de dîsa herî kêm beşa cil û berg û pêlavan zêde bûye ku rêjeya wê ji sedi 51,20 e. Herî zêde jî beşa perwerdeyê zêde bûye ku rêjeya wê ji sedî 103,86 e.

Li gorî ENAGê ji sedî 124,35 e

ENAGê jî rêjeya enflasyonê ya nû aşkere kiriye. Li gorî ENAGê enflasyon di meha Nîsanê de ji sedî 5,02 e. Ya sele jî ji sedî 124,35 e.

Kaynak: BIANET