AMED TIMES-  Koma muzîkê ya Rastakê ku bi zimanên Kurdî, Farisî, Azerî û gelek zimanên din stranan dibêje dê li bajarê Amedê konserekê li dar bixe.

Konser roja Înê 10ê Gulana 2024an demjimêr 20:00an li navçeya Peyasê ya Amedê tê sazkirin.

Şaredariya Peyasê konserê organîze dike û li Parka 75 a Amedê ye.

Konser ji bo welatiyan bê pere ye 

Konser ji bo welatiyan bê pere ye. 

Şaredariya Peyasê derbarê konserê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:

“Rengê çanda Kurdî xwe dide rûyê Amedê û dengê muzîka Kurdî bi ser Amedê dikeve.

Koma Rastakê mêvana Amediyan e. Em hemû gelê xwe vedixwînin.”

Koma Rastak li ser asta cîhanê naskiriye 

Koma muzîkê ya Rastakê sala 1997an hat damezrandin û bi stranên xwe yên gelêrî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin.

Rastak di serî de bi zimanên Kurdî, Farisî, Azerî û gelek zimanên din stranan dibêje.

Albûma yekem a komê sala 2007an bi navê “Rangvarehaye Kohan” derketiye.

Sala 2010an albûmeke bi navê “Hameye Aghvame Man” derxist.

Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyariya barana gur da Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyariya barana gur da

Piştre albûmên  xwe yên bi navên “Sornaye Norouz” û “Miane Khorshidhaye Hamisheh” derxistin.

Rastak li ser asta cîhanê naskirî ye û heta niha ji bilî Îranê li welatên wekî Brîtanya, Awisturya, Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Holenda, Swêd, Amerîka, Kanada, Awisturalya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Tirkiye,  Gurcistan, Belçîka û çend welatên din konser li dar xistine.

Rastak yek ji komên muzîkê yên navdar e û gelek caran li Herêma Kurdistanê jî konser dane.

Sala borî li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê jî konserek dabû.

Kaynak: RÛDAW