AMED TIMES- Li navçeya Curnê Reş a Rihayê, li gundên peravên Bendava Ataturkê qaqlîbaz dimirin û gundî ji vê rewşê ditirsin. 

Piştî parêzgehên Xarpêt û Semsûrê yên ku Çemê Feratê re derbas dibe li Rihayê jî qaqlîbaz dimirin.

Piştî herifîna kanzaya li navçeya Îliçê ya Erzinganê rû da, dîmenên mirina qaqlîbazan gundiyên herêmê ditirsîne.

Çemê Feratê ji sînorên parêzgeha Erzingan, Sêwaz, Dêrsim, Xarpêt, Meletî, Amed, Semsûr, Dîlok û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê re derbas dibe û piştre dikeve nav axa Rojavayê Kurdistanê.

Li navçeya Îliçê ya Erzînganê 13ê Sibata 2024an kanzaya zêr herifîbû û bi hezaran ton ax ber bi Çemê Feratê ve herikîbû. 

Metirsiya siyanur tevî avê bûye

Di navbera kanzaya zêr û Çemê Feratê de tenê 300 metre heye û wê demê metirsiya tevlîbûna siyanurê bûbû rojev û hikûmetê ev îdia red kiribûn.

Hefteya borî li parêzgehên Semsûrê û Xarpêtê li peravên Çemê Feratê qaqlîbazên mirî hatibûn dîtin.

Niha jî li gundên Şeyhbirin, Qeyntere û Qewalixê yên navçeya Curne Reşê gelek qaqlîbazên ku mirine hatin dîtin.

“Rewş metirsîdar e”

Ji gundê Qewalixê yê Curnereşê Bekir Layik ji Rûdawê re mirina qaqlîbazan piştrast kir û got: 

“Li peravên Çemê Feratê hejmareke zêde ya qaqlîbazan dimirin û sedema mirina qaqlîbazan nizanin. 

Lê divê pişkînîn bên kirin û welatî ji rewşê bên agahdarkirin. Rewşeke metirsîdar e.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji coya avdanê ku ji Bendava Ataturkê derbasî deşta Heranê dibe, bêhna samê ji avê tê.

Bêhn û rengê avê guherî

Herwiha li navenda Rihayê jî ku ava vexwarinê ji Bendava Ataturkê dabîn dike, bêhna ava vexwarinê têk çûye û rengê avê jî guheriye.

Rojnamevan Mehmet Yetîm derbarê pîsbûna avê de ji Rûdawê re got: 

“Min derbarê pîsbûna avê û xirabûna bêhna wê de Rêvebirê Îdareya Av û Avrêjê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Emin Îzol agahdar kir. 

Bi hezaran welatî ji heman rewşê giliyan dikin û divê ev rewş bê zelalkirin.”

Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be

Kaynak: RÛDAW