AMED TIMES- Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kir, hêzên wan li 52 parêzgehan dest bi operasyoneke berfireh li dijî bazirganên madeyên hişber kiriye û di encamê de 363 kes hatine girtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya li ser platformên tevnên civakî daxuyaniyek weşand û da zanîn, hêzên wan li 52 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li ser navê Narkoçelîk-15 dest bi operasyoneke berfireh li dijî bazirganên madeyên hişber kiriye.

Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn

Yerlîkaya diyar kir, 936 ekîb ku ji 2 hezar û 340 endamên hêzên ewlekariyê pêk tên, 9 helîkopter û dron û 38 seyên perwerdekirî yên eşkerekirina madeyên hişber tevlî operasyonê bûne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê encama operasyonê jî eşkere kir ku di encama operasyonê de 363 kes hatine girtin û dest bi ser 217 kîlo madeyên hişber û milyonek û 111 hezar hebên madeyên hişber.

Kaynak: CHANNEL 8