AMED TIMES- Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Wan û Hekariyê li hember hezaza ku ji ber helyana berfê ya bi bayê zêde û baranê çêbibe, hişyarî da.

Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê hê li deverên bilind ên Wan û Hekariyê berf maye û tê çaverêkirin bi periyodên 5 rojî li herêmê baran bibare.

Tê texmînkirin ku li cihên bilind ên başûrê Wanê û bakurê Hekariyê pileya germahiyê zêde bibe, ewê ba car bi car xurt be, roja yekşemê jî wê bi şiklê bahozê be.

Pêdivê li hember xetereya hezaza ku ji ber helyana berfê ya bi bayê zêde û baranê çêbibe, mirov baldar be.

Kaynak: AA