AMED TIMES- Meteorolojiyê bo Amedê û bajarên herêmê hişyariya barana gur da. 

Li Colemêrgê hirçê êrişî şivanekî kir Li Colemêrgê hirçê êrişî şivanekî kir

Meteorolojiyê ji bo Amedê û bajarên herêmê hişyariya barana gur da. Midûriyeta Herêma 15emîn ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hişyariya baran gur û birûskê da.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Midûriyeta Herêma 15emîn ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve hat dayîn de,  ev agahî hatin dayîn: 

“Li gor nirxandinên dawî; Roja Pêncşemê (02.05.2024ê) li Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, derdora Şirnexê û li rojhilatê Urfayê (Sêwerek, Hîlvan, Karakopru, Halîliye, Eyyûbiye, Harran, Wêranşar, Ceylanpinar, Akçakale) tevî birûsk û barana gur ku tê pêşbînîkirin bibare wê piştê nîvro geh geh û cî û cî hîn zêdetir û gurtir bibe. Divê xelk, tevdiran li hember neyînîyên wekî; lehiyên ji nişka ve, lehiyan, birûskê, barîna zipikan, bayên xurt bigirin û astengiyên çûn û hatinê ( trafîk) baldar û hişyar bin."

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN - AMED TIMES