AMED TIMES-  Saziya Meteorolojiya Tirkiyeyê ji bo 16 bajarên Kurdan (bakurê welat) hişyariya barana gur da.

Saziya Meteorolojiya ya Tirkiyeyê ji bo 16 bajaran hişyariya barana gur da. 

Hişyarî ji bo 16 bajaran hat dayîn 

Meteorolojiyê îro ragihand ku dê danê êvarê li parêzgehên Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Wanê yên bajarê Kurdan barana gur bibare.

Herwiha li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê jî barana gur dibare.

Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn

Wekî din Li bakurê bajarên Serhedê li herêmên ji 2 hezar metreyan bilind berf û baran bi hev re dibare.

Saziya Keşnasiyê, ji ber barana gur hişyariya lehî, vedana birûskan, ba û bahoz, zîpik û pirsgirêkên trafîkê da.

Sazî ji welatiyan xwest tedbîran bigirin 

Saziyê ji welatiyan xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Kaynak: Navenda Nûçeyan ya Amed Timesê