AMED TIMES- Li Tekîrdagê li malekê 3 kesên kuştî hatin dîtin. 

Li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyeyê li malekê 3 kesên ku bi çekê hatine kuştin hatin dîtin.

Xizmên malbatê, xeber ji wan hilnedan piştre agahî da polîsan. 

Polîs hat malê, wan dit ku sê kes li erdê dirêjkîrî û bêliv in.

Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be

3 kes mirî hatin dîtin 

Tîmên tenduristiyê jî tesbît kir ku Alî Emre Şîrîn (5), Duygu Şîrîn (35) û Şenol Şîrîn (41) bi çekê hatine kuştin.

Terman ji bo lêkolînê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê.

Hat zanîn Şenol Şîrînê ku li Rêveberiya Ewlehiyê ya Tekîrdagê teknîsyen bûye hevjîna xwe û zaroka xwe kuştine û paşê jî xwe kuştiye.

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ