AMED TIMES- Li Rihayê jina ducanî li dawetê hat kuştin. 

Gava ku li Serê Kaniyê bûk û zava ji otomobîlê dadiketin hinek kesan ji bo kêfxweşiyê gule berdidan hewayê.

Wê demê guleyek li depê sînga jina bi navê Zemzem Ozdemîra 34 salî ket.

Li Sêwazê qezaya trafîkê: 11 kes birîndar bûn Li Sêwazê qezaya trafîkê: 11 kes birîndar bûn

Ozdemîr rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Kaniyê. Ji ber ku birîna wê giran bû tîmên tenduristiyê ew veguhast Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Heranê.

Bijîşkan gelekî hewl da ku wê rizgar bikin lê Zemzem Ozdemîr û pitika wê ya li zikê vê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 

C.K. (58) û F.K. (48)  hatin desteserkirin.

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ