AMED TIMES- Li Mêrdînê Suryaniyan Cejna Paskalyayê pîroz kir. 

Li dijî biryarên Doza Kobaniyê li hin bajaran wê çalakiyên girseyî bên kirin Li dijî biryarên Doza Kobaniyê li hin bajaran wê çalakiyên girseyî bên kirin

Suryaniyên Mêrdînê ji bo Cejna Vejînê berê xwe daye Dêra Dîrokî ya Çilşehîdanê ya ku Suryanî jê re dibêjin Dêra Mor Behnam.

Suryan ji bo Cejna Paskalyayê hatin li cem hev 

Suryanî bi jin, mêr û zarokan tev malbat ji bo Cejna Vejînê bi navekî din Cejna Paskalyayê hatine li cem hev, find pê xistin û diayan kirin. 

Rêûresm bi serpereştiya Metropolîtê Mêrdîn-Amedê Salîba Ozmen û serpereştiya Keşeyê Dêra Çilşehîdanê Gabriyel Akyuz hat kirin.

Li gel xwendina ayetên pirtûka Mizgîniyê (Încîl) di serî de bi Suryanî û çend zimanên din dia hatin kirin.

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ