AMED TIMES- Li navçeya Îslahiyeyê ya bajarê Dîlokê mînîbusek û mîksera betonê li hev qelibîn, 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Îslahiyeyê ya bajarê Dîlokê mîksereke betonê û mînîbuseke rêwiyan li hev qelibîn.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama qezayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne.

8 mirî û 11 birîndar 

Li gorî agahiyan, qezayê li ser rêya navçeya Îslahiyeyê ya Dîlokê û bajarê Hatayê bûye, mîksera betonê û mînîbusa rêwiyan her du jî wergeriyane.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be

Waliyê Dîlokê li ser bûyerê daxuyaniyek da û ragihand ku heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û hejmara birîndaran jî 11 ye.

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ