Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn

AMED TIMES- Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Bostonê ya Amerîkayê, mirovên ku li herêmên kalîteya hewaya wan ne baş e dijîn di metirsiya depresyonê û nexweşiya dil de ne.

Li Zanîngeha Bostonê ya Amerîkayê bi berpirsariya Dr. Şadî Ebû Haşim lêkolînek li ser pîsbûna hewayê û tenduristiya mirovan hat kirin.

"Bandorê li tenduristiya me ya derûnî dike"

Berpirs lêkolînê Dr. Şadî Ebû Haşim anî ziman:

“Lêkolîna me nîşan dide ku hewaya ku em dikişînin nava xwe bandorê li tenduristiya me ya derûnî dike, ev jî bandorê li tenduristiya dilê me dike.”

Lêkolîn eşkere dike, metirsî li parêzgehên ku asta pîsbûna hewayê bilindtir e û rêjeya mirovên xizan jî zêdetir e bi awayekî berbiçav zêdetir bûye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku hewaya pîs ku tijî parçeyên hûr ên çavkaniyên curbecur ên wekî şewitandina sotemeniya fosîl, agir û cihên avahîsaziyê ye metirsiyên tenduristiyê yên girîng çêdike, bi taybetî jî metirsiya penceşêrê zêde dike.

Kaynak: RÛDAW