AMED TIMES- Hemasê pêşniyara Qeter û Misirê ya ji bo agirbesta li Xezeyê qebûl kir.

Serokê Buroya Siyasî ya Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye ji Qeter û Misirê re ragihand ku ew pêşniyarên wan ên têkildarî agirbesta li Xezeyê dipejirînin.

Hemasê li ser malpera xwe daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Îsmaîl Heniye ji Qeter û Misirê re ragihandiye ku ew pêşniyarên wan ên ji bo agirbesta li Xezeyê qebûl dikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Heniye bi telefonê bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El-Sanî û Serokê Îstixbarata Misirê Ebas Kamîl re axiviye.

Li dijî biryarên Doza Kobaniyê li hin bajaran wê çalakiyên girseyî bên kirin Li dijî biryarên Doza Kobaniyê li hin bajaran wê çalakiyên girseyî bên kirin

Li gorî daxuyaniyê, Heniye ji wan re ragihandiye ku Hemasê ew pêşniyara ku ji wan re hatiye kirin qebûl kiriye.

Di daxuyaniyê de li ser naveroka pêşniyarê ti zanyarî nehatin parvekirin.

Îsraîl: Em dê bersiva Hemasê binirxînin 

Li aliyê din, rayedarekî Îsraîlî li ser mijarê ji Televîzyona Dewletê ya Îsraîlê KANê re axivî.

Li gorî nûçeyê, rayedarê Îsraîlî diyar kir ku ew li benda hûrgiliyên pêşniyara peymana agirbestê ne ku ji aliyê Hemasê ve hatiye pejirandin.

Herwiha rayedarê Îsraîlî got, “Em dê bersiva Hemasê binirxînin.

Em dê hewl bidin fêm bikin ku ka Hemas çi qebûl dike û çi qebûl nake.”

Kaynak: RÛDAW