Çiyayê Sîpanê Xelatê bi berfê xemilî Çiyayê Sîpanê Xelatê bi berfê xemilî

AMED TIMES- Li çiyayên Cûdî û Gabarê yên li bajarê Şirnexê dîsa qedexe hat ragihandin.

Li bakurê welat bi salan e bi hincetên cuda qedexe tên ragihandin.

Careke din çûna çiyayên Cûdî û Gabarê di çarçoveya yasaya leşkerî de hat qedexekirin.

Walîtiya Şirnexê derbarê vê mijarê de daxuyaniyek weşand û ragihand ku wê qedexe sibê (10ê Gulanê 2024) dest pê bike û 15 rojan berdewam bike.

Li gorî heman daxuyaniyê, Cûdî û Gabar wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” hatine ragihandin û wê heta 24ê Gulana 2024an xelk nikaribe here wan çiyayan. 

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ